Li Kobanê ji ber barana zêde lehî rabû û 25 kes li gundê Taşlokê asê man.
Ji roja înê ve li gelek deverên herêma Cizîr û Firatê baraneke zêde dibare.
Lê doh êvarê li Kobanê baranek hîn zêde barî û ji ber barana zêde li bajêr lehî rabû.
Li gundê Taşlokê yê 20 km dikeve başûrê bajarê Kobanê, 25 kes ji ber lehiyê li ser baniyan asê man.
Heyva Sor a Kurd û Şaredariya Gel ji bo xilaskirina wan kes berî xwe dan gund û welatiyên ku asê man xilas kirin.