Îro li dijî dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê yên li Efrînê teqînek pêk hat.
Di encama teqînê de çeteyek hatiye kuştin û 2 jî birîndar bûne.
Teqîn li taxa Vêlat a Efrînê bi erebeyeke çeteyan de rû da.
Li gorî agahiyên despêkê çeteyek miriye û 2 jî birîndar bûne.
Artêşa tirk li derdora teqînê çemberek çêkiriye û çûn û hatina li derdor qedexe kiriye.
Heta niha têkildarî teqînê ti aliyan daxuyanî ne daye.