Şêniyên Tirbespiyê li gorî rewşa awarte xwe amade dikin

Di çarçoveya rewşa awarte de ku Rêveberiya Xweser li seranserî herêmêragihandiye, komînên navçeya Tirbespiyê dest bi amadekariyên xwe kirine.
Komînên Tirbesipiyê diyar kirin ku wan heta niha zêdetirî 70 jêrzemîn bi pêdiviyên bingehîn amade kirine.
Û dewreyên perwerdeyê ya karanîna çek û destwerdana lezgîn dane destpêkirin.
Şêniyan teqez kirin ku ewê heta dawî li gel hêzên xwe bin û axa xwe biparêzin.

Di 6’ê Tîrmehê de li dijî êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker rewşa awarte li Bakur û rojhilatî sûrî hate ragihand.

Komînên navçeya Tirbespiyê jî xwe li gorî rewşê amade dikin.

Hevserokê Komîna Şehîd Yusif ya taxa Qadisiye Mehfûz Nebî got ewê li gel hêzên xwe axa xwe biparêzin:

Hevseroka Komîna Şehîd Xemgîn, Bêrîvan Hisên jî destnîşan kir ku wan amadekariyên gelek mezin kirine

Her wiha hevserokê Komîna Şehîd Baz, Ekrem Ebdî Yusif jî diyar kir ku wan dest bi perwerdekirina şêniyan li ser çekan kiriye.

Hevseroka komîna Şehîd Dilovan, Xedîce Ehmed got dewleta Tirk a dagirker hewl dide pêkhateyên herêmê koçber bike.

Back to top button