Ukrayna, Polonya, Estonya, Lîtvanya û Letonya peymana hevkariyê îmze kirin

Bi êrişa Rûsya ya li dijî Ukraynayê re, welatên baltîkê jî biqasî Kîevê di nava metirsiyê de ne. Ji bo rewşa li Ukrayna derbasî wan herêman nebe, ev welat di her fersendê de piştevaniya bo Ukrayna tînin ziman. Herî dawî Wezîrên Karên Hundir ên Ukrayna, Polonya, Estonya, Lîtvanya û Letonya peymana hevkariyê îmze kirin.

Merasîma îmzeyê li Balafirgeha Antonov a bajarê Gostomel ê herêma paytexta Ukrayna Kievê hat lidarxistin.

Di merasîmê de Wezîrê Karên Hundir ê Ukraynayê Denys Monastirskiy, Wezîrê Karên Hundir ê Polonyayê Mariusz Kaminski, Wezîrê Karên Hundir ê Estonyayê Kristian Jaan, Wezîra Karên Hundir a Lîtvanyayê Agne Bilotaite û Wezîra Karên Hundirin ê Letonya Marija Golubeva amade bûn.

Monastirskiy bal kişand ser girîngiya peymana ku îmze kirine û got,

“Di vê danezanê de mijarên wekî lêpirsîna sûcên şer ên leşkerên Rûs, paqijkirina mayinan, parastina koçberên Ukraynayê yên li derveyî welat û dermankirina leşkerên birîndar hene.”

Wezîrê Ukraynî îşaret bi wê yekê jî kir ku ew li ber hilweşîna balafira kargo ya “Antonov An-225 Mriya” ya ku weke mezintirîn balafira kargo ya cîhanê tê naskirin bû û got,

“Ev der ji bo min taybet e. Ji ber ku min 2 roj beriya destpêkirina şer serdana vê balafirgehê kiribû. ‘Mriya’ ji me girt, lê qet nikarin hêviya me ji me bigrin.”

Monastirskiy agahî parve kir ku Navenda Koordînasyona Navneteweyî ya ji bo pûçkirina mayinan a însanî ya di bin banê Wezareta Karên Hundir a Ûkraynayê de hatiye avakirin.

“Heta Kîev serkeftinê bidest bixe emê li kêleka wê bin”

Wezîrê Karên Hundir ê Polonyayê Kamînski jî diyar kir ku ew piştgiriyê didin gelê Ukraynayê û got,

“Em ji destpêka êrîşên Rûsyayê ve li gel Ûkraynayê ne û heta serkeftinê em ê li cem Kîevê bin.”

Wezîra Karên Hundir a Letonyayê Golubeva diyar kir ku Rûsya hewl dide bajarên Ukraynayê xera bike û ev tişt anî ziman:

“Rûsya cihên ku dikevinê wêraniyê dihêle, sivîlan dikuje, binesaziyê wêran dike.”

Golubeva bal kişand ku Ukrayna ji bo demokrasî û azadiyê têdikoşe û diyar kir ku ew ê piştgiriyê bidin gelê Ukraynayê.

Piştî axaftinan, leşkerên ku di şerê li Balafirgeha Antonovê de birîndar bûne hatin xelatkirin.

Back to top button