Êriş û xeteriya çeteyên DAIŞ’ê li Başûrê Kurdisatan û Iraqê didome.
Çeteyên DAIŞ’ê li navçeya xurmato ya Kerkûkê 4 welatî revandin û piştre ew kuştin.
Berdevkê Eniya Başur a Heşda Şebî Elî Haşmî derbarê bûyerê de ji ajansa Rojnewsê re axivî.
Elî Haşmî balkişand li ser zêdebûna liv û tegera çeteyên DAIŞ’ê li herêmê û got:
Çeteyên DAIŞ’ê ev demeke li herêma Xurmato liv û tevgera xwe zêdekirine,
Çeteyan li gundê Yengecê ku dikeve rojavayê Xurmato şivaneke direvînin û di saetên êvarê de jî bi qasî 3 kîlometre dûrî cihê lê hatî revandin, cenazeyê wî hate dîtin.”
Her wiha El Haşîmî diyar kir ku heman rojê li gundê Um Hewalî yê bajaroka Uzêm jî çete 3 cotkaran direvînin û piştre wan jî dikûjin.