4 CANGORIYÊN AZADIYÊ LI DÊRIKÊ JI ALIYÊ SEDAN VE HATIN OXIRKIRIN

Bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê 4 cangoriyên azadiyê bi merasîmekê li goristana şehîd Xebat spartin axê.
Di merasîmê de Meclisa Malbatên Şehîdan navê şervaneke YPJ’ê ku li Çiyayên Kurdistanê şehîd bûbû jî eşkere kir.

Endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Salih El-Mihemed,

Mazin El-Abdullah,

Eymen El-Zîyab di dema xebatên vemirandina şewata li zeviyên çandiniyê de,

û şervana YPJ’ê Hêvda Bîrosî di encama nexweşiyê de, şehîd bûn.

Bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê, Koçerata, navçeya Girkê Legê û herêma Beravê cenazeyên her çar şehîdan ji nexweşxaneya şehîd Hogir a li bajarê Dêrikê wergirtin û bi kerwanekî ber bi goristana Şehîd Xebat ve ketin rê.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî Hevserokê Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê Kenan Berekat axivî û got,

Şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê şoreşa berxwedanê ye û gavek jê paşde nayê avêtin, heta ku serkeftin pêk tê.

Her wiha endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Heqî Botan axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

Di merasîmê de Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameya şervana YPJ’ê Aryana Botan ku li Çiyayên Kurdistanê şehîd bûbû, eşkere kir.

Di dawiya merasîmê de cenazeyên şehîdan di nava slogan û tililiyên dayikan de hatin oxirkirin.

Leave a Reply

Back to top button