Di demên dawî de li gelek herêmên bakur û rohilatê Sûrî agir bi zanebûn têne vêxistin. Ev agir bi hezaran hektar zeviyên çandiniyê da ber xwe. Ji bo vê jî, duh şandeyeke koalîsyona nav-dewletî serdana navenda Meclisa Kantona Qamişloyê kir.
Meclisa Kantonê û şandeya Kaolîsyonê ya Karûbarên sivîl ji bo hevkarî û pêşkêşkirina xizmetguzariyan li navenda Meclisê civayan…
Li gorî agahiyan, herdû aliyan li ser buyerên şewatê û lehiyên ku di demsala biharê de rabûne, rawestiyan.
Şandeyê diyar kiriye ku, wan derbarê mijarên derbasbûyî de, gelek lêkolîn kirine û rapor amade kirine..
Piştî vê yekê, teqezî li ser pêwîstiya herêmê bi otombîlên agirkujiyê û gelek alavên dîtir heye
Ji lew re divê hevkarî di navbera wan û meclisê de hebe.
Piştî civînê ,şande û Meclisa Kantonê li nava zeviyên şewitî geriyan.