Hêzên Sûriya Demokratîk -QSD’ê serçeteyekî din ê DAIŞ’ê li taxa Ezîziyê ya Hesekê girt.
QSD’ê der barê mijarê de li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek da û tê de ev agahî bi parve kirin:
“Yekîneyên antî-Terorê operasyonek li taxa Ezîziyê ya Hesekê li dar xist.
Û tê de serçeteyekî “DAIŞ’ê” girt.
Karê vî serçeteyî veguhestina teqemeniyan û bisklêtên bombekirî ji Hesekê û deverên din re bû.
Her wiha çete jî vediguhestin herêmê û malbatên biyanî ji kampa holê diravandin û destê wî di kuştin û darvekirina gelek sivîlan de heye .
QSD’ê eşkere kir ku di operasyonê de alavên teknîkî û leşkerî jî pê re hatine dîtin.
Duh jî di operasyoneke QSD’ê de li gundê Dêman ê Dêrazorê serçeteyekî DAIŞ’ê hat girtin .