Piştî derketina encamên ezmûnên perwerdeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xwendekarên serketî tên xelatkirin. Komîteya Rêveberina Dibistanan li navçeya Dêrikê 17 xwendekarên serkeftî yên qonaxa seretayî û amadehî xelat kir.
Komîteya Rêvebirina Dibistanan ji bo xwendkarên serkeftî yên qonaxa sereteyî û amadehî şahiyek li dar xist.
Şahî li navenda Saziya Zimanê Kurdî ya navçeya Dêrikê bi amadebûna mamoste, xwendekarên serkeftî û malbatên wan hate lidarxistin.
Di şahiyê de, li ser navê saziyê Hawar Hesen axivî û serketina xwendekaran pîroz kir.
Di dawiya şahiyê de 17 xwendekarên qonaxên xwendina seretayî û amadehî yên serkeftî hatin xelatkirin .