Şêniyên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo 40 şehîdên mehên Hezîran û Tîrmehê bi merasîmekê bi bîr anîn.
Îro bi sedan welatiyên navçeya Tirbespiyê ji bo bîranîna şehîdan li Hola Siyahî ya li bakurê navçeyê kom bûn û merasîmekê li dar xist..
Hol bi wêneyên Rêber Apo û şehîdan hate xemilandin.
Li merasimê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Tirbespiyê Nûredîn Şakir axivî û soza berdewamkirina riya şehîdan û pêkanîna armancên wan û parastina destkeftiyan da…
Piştre sîneîvîzyonek derbarê jiyan û têkoşîna 40 şehîdan hate pêşandan.
Piştre wesîqeyên şehadatê hatin xwendin û merasim bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.