Fermandariya Giştî ya QSD’ê û YPJ’ê bi daxuyaniyan ragihandin ku di encama êrîşa balafireke bê mirov a dewleta Tirk a dagirker de, Yek ji fermandarên wan Jiyan Tolhildan û 2 hevriyên xwe şehîd bûne. Di daxuyaniyan de, ji malbatên şehîdan re sersaxî hat xwestin û soza tolgirtina ji bo şehîdan hat dayîn.
Fermandariya Giştî ya QSD’ê derbarê êrîşa balafira bê mirov a dewleta Tirk ku li ser riya Qamişlo pêk hat û şehadeta 3 hevriyên wan, daxuyaniyek da.
QSD’ê li ser bûyerê ev agahî parve kirin:
“Di 22’yê Tîrmehê de dewleta Tirk a dagirker û çete li ser rêya Qamişlo bi balafira bêmirov êrîşê seyareyekê kir di vê buyerê de ji fermandara hêzên QSD’ê û YPJ’ê Jiyan Tolhildan ku fermandara hêzên YAT’ê bû, fermandar Roj Xabûr û endama YAT’ê Barîn Botan ku li ser erkê xwe bûn şehîd bûn.
Dewleta Tirk a dagirker û çete, Şoreşa Rojava û destkeftiyên wê yên ku bi ked û pêşengtiya jinên şoreşger ve hatin destxistin, dike hedef. ”
QSD’ê koalisyona navnetewî weke berpirsyara êrîşan nîşan da û got:
“Di van êrîşên dewleta Tirk a dagirker de bi qasî dewleta Tirk hêzên koalisyonê jî berpirsyar in.
Emê li hember tu gef û êrîşan bêdeng nemînin. Bersiva me ya êrîşan wê bibe têkbirina dagirkeriyê û misogerkirina azadiya Rojava û Bakûr û Rojhilatê Sûrî.
Em ji hemû pêkhateyên Bakûr û Rojhilatê Sûrî, tevahî gelê Kurd û hêzên QSD’ê re sersaxiyê dixwazin.
Em soz û qesema tolgirtina şehîdan, têkbirina dagirkeriyê û parastin û mezinkirina şoreşê ya ku keda mezin a fermandar û hevrêyên me tê de heye dubare dikin.”
Fermandariya giştî ya YPJ: Şoreşa Rojava bi ked û têkoşîna fermandar jiyanan bû şoreşa jinê
Li ser heman bûyerê Fermandariya giştî ya YPJ’ê jî daxuyaniyek da.
YPJ’ê li ser jiyan û têkoşîna şehîdan ev tişt anîn ziman:
“Fermandara YAT’ê Jiyan Tolhildan bi nasnav Sewal Yusuf ji hemû zehmetî û kêliyên şoreşê re şahidî kir, di destpêkirina şoreşê ji karê rêxistinkirina gel, avabûna YXG’ê heya artêşbûna YPJ’ê û xebatên YAT’ê bi ked û fedekariyeke mezin kar kir.
Şoreşa Rojava a bi ked û tekoşîna Hevrê û Fermandar Jiyanan bû şoreşa jinê, nav û deng bû û bû hêviya azadiya hemû jin û mirovahiyê. Ev şoreş roja îro bi keda van hevrê û fermandaran ve gihaşte 10 saliyaxwe.
Hevrê û Fermadara me ya pêşeng Jiyan, di hemû pêngavên azadkirina Rojava û Bakûr û Rojhilatê Sûrî de bi rihê berxwedêr yê jina azad cihê xwe girt.
Hevrê û Fermandar Roj bi nasnav Ciwana Heso di navamalbatekewelatparêz de li Dirbêsiyê mezin dibe. Di demeke kin de di nava şoreşê de dibe xwedî ezmûn û bi felsefeya azadiya jin dibe jineke şoreşger a xwedî vîn û hêz.
Hevrê Barîn Botan bi nasnav Ruha Beşar a ku li Efrînê di nava malbateke welatparêz de mezin bû di temenê xwe yê ciwan de tevlîrefên YPJ’ê dibe. Her wiha Endama YAT’ê ye. Li hember dewleta Tirk a dagirker hêrs û kîneke mezin ve jiyan kir û ji bo têkbirina dagirkeriyê bi idda û biryardariyeke mezin tekoşîn kir. ”
YPJ’ê ji malbatên şehîdan re sersaxî xwest û got:
“Soza me ya tolgirtina şehîdan wê bi parastin û mezinkirina şoreşa Rojava, têkbirina dewletaTirk a dagirker û çeteyên DAİŞ û misogeriya rizgariya Rojava û Bakûr û Rojhilatê Sûrîya azad ve, bibe. ”
Nasnameyên Hevalên Me Yên Şehîd Wiha Ne:
- Nasnav: Jiyan Tolhildan
- Nav û Paşnav: Selwa Yusuf
- Navê Dayîk: Asya
- Navê Bav: Hisên
- Cihê ji Dayîkbûnê: 1980-Efrîn
- Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo-22.07.2022
- Nasnav: Roj Xabûr
- Nav û Paşnav: Ciwana Heso
- Navê Dayîk: Şems
- Navê Bav: Hesen
- Cihê ji Dayîkbûnê: 1992-Dirbêsiyê
- Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo-22.07.2022
- Nasnav: Barîn Botan
- Nav û Paşnav: Ruha Beşar
- Navê Dayîk: Qedriye
- Navê Bav: Merwan
- Cihê ji Dayîkbûnê: 2003-Şehba
- Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo-22.07.2022