Demek dirêj e li Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve dar tên birîn û daristan tên tunekiirn.
Li dijî vê, Serokê Partiya Kesk Milko Bazyanî tekez kir ew ê dûbare giliyê Tirkiye bikin.
Berî niha li dijî vî sûcî Partiya Kesk a Kurdistanê li nûnertiya Neteweyên Yekbûyî giliyê dewleta Tirk û kompanya Cengîz kiribûn.
Serokê partiyê Milko Bazyanî anî ziman heta niha der barê giliyêwan de ti bersivek nehatiye dayîn û got:
“Heta niha jî birîna daristanên Kurdistanê jî berdewam e.”
Milko Bazyanî destnîşankir ku armanca dewleta Tirk têkdan, xirakirina xwezaya Kurdistanê û valakirina herêmê ye.
Serokê Partiya Kesk anî ziman ku lêkolînên wan berdewam in û tekez kir ger bersiv neyê dayîn ew ê carek din li Neteweyên Yekbûyî giliyê xwe dûbare bikin.