Li bajaroka Culale ya ser bi navçeya Xaneqînê di encama teqîna bombeyek de 3 kesan jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bû.
Piştî saetên nîvro li sinorê bajarokê Gulale ya ser bi navçeya Xaneqîn a girêdayî parêzgeha Diyale ji ber teqîna bombeyekê sê kesan jiyana xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bû.
Rêveberê Asayîşa Kokis Şemal Ebdulrehman derbarê bûyerê de ev agahî bi Rojnewsê re parve kir:;
“Li nêzî benda hevbeş a sinorê Şêx Bawe di navbera gundê Eluş û Ereb Ferec de bombeyek teqiya.
Di encama teqînê de du zarok û ciwanekî jiyana xwe ji dest dan û zarokek din jî birîndar bû.
Nehat zanîn ku bombe ji ber veguhestinê yan jî, ji ber pê lîstinê teqiyeye.”