Hevserokatiya KNK’ê bi boneya hevgirtina yekcarî ya refên Hizba Demokrat (HDK-Îran) ku partiyeke Rojhilatê Kurdistanê ye peyameke pîrozbahiyê weşand.
Di peyama Hevserokatiya KNK’ê de ev tişt hatine gotin:
“Sekreterê giştî yê HDK-Îran birêz Mistefa Hicrî;
Bi dilxweşiyek mezin, me nûçeya hevgirtina yekcarî ya refên Hizba Demokrat bihîst.
Di demekê de ku gef û êrişên her alî li ser tevgera azadîxwaza Kurdistanê hene,
Bersiva herî rast ji bo vê qonaxa hestiyar hevgirtina hêzên Kurdistanî ye.
Hemû xelkê Kurdistanê dilxweş e ku we pêvajoya diyalogê bi serketin gihand encamê.
Ji bo hêzên siyasî jî, ev pêngav divê weke destekeke hevpar bê dîtin.
Ji ber ku çiqasî pirsgirêkên navxweyî bêne çareserkirin, ew qasî hêvî û derfetên serketinê zêde dibin.”
Li ser navê KNK’ê, li gel pîrozkirina vê pêngava girîng , em ji bo we û têkoşîna we serketinê dizwazin.