Meclisa Malbatên Şehîdan û Meclisa Navçeya Til Rifetê êrişên dewleta Tirk ên li ser navçeyê şermezar kir. Hate gotin; “Li hember van êrişan em bêdeng namînin em ê li ber xwe bidin.
Dewleta Tirk a dagirker îro dîsa bi balafirên bê mirov ên bi çek êrişî Til Rifetê kir. Di encama êrişê de 3 welatî şehîd û 5 jî birîndar bûn.
Meclisa navçeya Til Rifetê li cihê êrişê daxuyaniyek da û êriş bi tundî şermezar kir.
Meclisa navçeyê diyar kir ku ev ne care yekê ye dewleta Tirk êrişek wiha pêk tîne û sivîlan dike armanc.
Meclisê got: “Dewleta Tirk bi van êrişên xwe armanc dike gelê Kurd qir bike, lê gelê Kurd li dijî van komkujiyan sekinî û li ber xwe da.
Meclisê da zanîn ku gelê resen yê herêma Efrînê koçber kirin û dest bi guhertina demografiya herêmê kirin.
Meclisê bang li aliyên peywendîdar kir ku li dijî van sûc û kiryarên hovane ên dewleta Tirk helwestên xwe nîşan bidin.
Meclisê soza bilindkirina têkoşîn û berxwedana li hember êrişan da.
Meclisa Malbatên Şehîdan: Em ê ti carî bêdeng nemînin
Li aliyê din jî bi sedan welatiyên herêma Efrîn û Şehîbayê û endamên Meclisa Malbatên Şehîdan li Kampa Serdem daxuyaniyek li dijî êrişên li ser Til Rifetê da.
Meclisê di daxuyaniya xwe de îşaret bi êrişên hovane kir û wiha got:
“Îro careke din dewleta Tirk bi balafiran navçeya Til Rifet û gelê sivîl kir armanc.
Di encama vê êrişê de şehîd û birîndarên me çêbûn.”
Meclisê bang li hêzên navnetewî kir ku rê li ber armancgirtina sivîlan a ji aliyê dewleta Tirk ve bigrin.
Meclisê di dawiyê de got: “Em tu carî li hember van kiryaran bêdeng namînin.”