QEFLA DUYEMÎN FÛZEYÊN S-400 JÎ HAT.. HÎNA EMERÎKA BÊDENG E

Piştî dewleta Tirk qefla yekemîn a fûzeyên S-400 wergirt, êdî hevkariya navbera Amerîka û Tirkiyê derbasî qonaxeke nû dibe.

Her çi qas Amerîka gefa cezabirînê li Enqereyê dixwar jî, lê ev yek fêde nekir.

Aniha dê çi li benda hevkaran be?

 

Ev demek e, mijara wergirtina S-400 gefan li hevkariya Emerîka û Tirkiyê dixwe.
Her çi qas Emerîka der barê vê de hişyarî dane Tirkiyê jî.. lê ev yek di dawiyê de pêk hat.
Duh 3 balafirên barkirinê yên Rûsî alavên qefla yekemîn a moşekên S-400 li balafirgeheke Enqereyê ya leşkerî peya bûn.
Ti deng ji Emerîkayê nehat.. lê NATOyê yekser metirsiya xwe anî zimên.
Piştî vê wergirtinê, wezîrê parastinê yê Tirk Hulusî Akar daxuyaniyek da û wiha got:
“Kirîna me S-400, stratejiya Enqereyê naguherîne û xerabûna têkiliyên me û Emerîkayê ne ji me, ne jî ji NATOyê re baş e.”
Divê em di bernameya F-35 jî de bimînin.
Dihat payîn ji bo vê mijarê, Pentagon civîneke awarte li dar bixe, lê hema bêyî sedem were naskirin, civîn taloq bû.
Pentagonê teqez kir ku hevpeywendiyek navbera wezîrê parastinê yê Tirk û hevkarê wî yê Emerîkî çêbû.
Lê naveroka vê hevpeywendiyê nehat eşkerekirin.
Piştî wê, 4 endamên senatora Emerîkî daxuyaniyek da û ev tişt anîn zimên:
“Em bang li serok Donald Trump dikin ku bi temamî Tirkiyê ceza bike.
Em bang li Pentagonê jî dikin ku Tirkiyê ji bernameya balafirên F-35 bi dûr bixe.”
Girêdayî heman mijarê, Tirkiyê ragihand ku îro wan qefleke din a alavên S-400 wergirt.

Leave a Reply

Back to top button