Serokê Koalîsyona Navdewletî ya Parastina Maf û Azadiyan diyar kir ku Tirkiyê kiryarên hovane li dijî mafên mirovan pêk aniye û Erdogan jî berpirsê yekemîne ji vê tiştê. Her weha Tirkiyê di cîhanê de welatê duyemîne di milê girtina siyasetmedaran de.
Serokê Koalîsyona Navdewletî ya Parastina Maf û Azadiyan Mihemed El-Şamî derbarê zext û binpêkirinên rejîma AKP’ê yên li dijî mafên mirovan axivî.
Mihemed El-Şamî diyar kir ku rejîma Tirkiyê li dijî mafên mirovan kiryarên hovane pêk anîn û got:
” Tirkiye di radeya duyemîn de li ser asta cîhanê ji hêla hejmara girtiyên siyasî de ye.
Niha di girtîgehên Tirkiyê de zêdetirî 500 hezar girtiyên siyasî hene.”
KOALÎSYONA NAVDEWLETÎ:
ERDOGAN BERPIRSÊ YEKEMÎN Ê BINPÊKIRINÊN MAFAN LI TIRKIYÊ YE
El-Şamî got:
Li gorî binavkirina Dadgeha Ewropayê Tirkiyê mezintirîn dewlet e ku kiryarên derbarê azadiya nêrîn û derbirandinê de bi awayekî hovane pêk tîne.
Erdogan jî berpirsê yekemîn ê binpêkirina mafan li Tirkiyê ye.
KOALÎSYONA NAVDEWLETÎ:
DIVÊ ÇAVDÊRIYEKE JI BINPÊKIRINÊN LI TIRKIYÊ RE WERE KIRIN
Serokê Koalîsyona Navdewletî ya Parastina Maf û Azadiyan Mihemed El-Şamî dawiyê tekez kir ku divê çavdêrîkirina kiryarên Tirkiyê yên li dijî mafên mirovan û lêpirsînkirina desthilata serwer were kirin.
Koalisyona Navdewletî ya Parastina Maf û Azadiyan (AIDL) rêxistineke navdewletî ya serbixwe ye û navenda wê li paytexta Fransayê Parîsê ye.