Rêvebriya Xweser: Tirkiye dixwaze DAIŞ’ê li herêmên me zindi bike

Şandeyeke Rêveberiya Xweseriya a herêma Cizîrê û saziyên wê serdana Kampa Holê kir.
Rêveberiya Xweser bang li civaka navneteweyî û dewletên eleqedar kir ku berpirsyariyên xwe bînin cih.

Şandeyê ji bo şopandina rewşa ewlehî û mirovî serdana kampa holê kir ..

Rêveberiya Xweser di civîna li gel Rêveberiya Kampê de rewşa kampê bi giştî nîqaş kir.

Piştî bidawîbûna civînê, Rêveberiya Xweser ji kampê daxuyaniyek da.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Talet Yunis daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de Yunis ev yek anî ziman :

“Xeteriya şaneyên DAIŞ`ê li ser herêmê me zêde bûye.

Di hundirê kampê de êrişên terorîst pêk tînin û tevliheviyê derdixînin.

Ev êriş û hewldan, hemwextî gefên Tirkiyê yên li dijî herêmê pêk tên.”

Talet Yunis diyar kir ku civaka navneteweyî, rêxistinên mirovî li hember xeteriya DAIŞ`ê tu tiştek nekir û ev bang kir:

“Divê civaka navneteweyî ku çareseriyekê ji vê pirsgirêkê re bibînin

Berpirsyariyên xwe bînin cih.

Hemwelatiyên xwe yên DAIŞ`î bibin”

Back to top button