Ji meha Kanûna 2020’an ve li Somalê ji ber nebûna avê, zêdeyî 83 hezar kes neçar mane ku ji cih û warê xwe koçber bibin.
Nivîsgeha Koordînasyona Karê Mirovî yê NY (OCHA), di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê Twitterê weşandî de wiha got:
Şer, pirsgirêka ewlekarî û li gorî bendewariyan nebarîna baranê, pêwistiyên mirovî zêde kir.
Ji ber vê krîzê, zêdeyî 83 hezar kes neçar mane ji cih û warê xwe koçber bibin.
Koordînasyonê diyar kir ku ji bo destwerdana li vê rewşê pêwistî bi 7 milyon dolarî heye.
Koordînasyona Karê Mirovî yê NY di daxuyaniya xwe ya 9’ê Adarê de jî balkişandibû li ser aloziya siyasî ya li welat û gotibû,
ev yek bandoreke zêde li krîza mirovî jî dike.