Vê sibehê dewleta Tirk a dagirker berê topên xwe da herêmê û gundekî Til Temir kir armanc.
Artêşa Tirk vê sibehê gundê Dirdara yê navçeya Til Temirê bi guleyên obîsê topbaran kir.
Doh êvarî jî gundê Gozeliyê û Um El Xêr ên heman navçeyê hatin topbarankirin.
Di encama topbaranê de ziyan gihaşt erd û zeviyên gundên navborî.
Demekê artêşa Tirk rojane gundên Til Temirê topbaran dike.
Tevî ku ev êriş li pêş çavê cîhanê pêk tên jî, lê dîsa ti helwestê nîşan nadin.