HPG: LI XAKÛRKÊ 7 LEŞKERÊN DEWLETA TIRK HATIN KUŞTIN

Hêzên Gerîla li dijî dagirkeriya Tirk ya li ser xaka Kurdistanê çalakiyên xwe zêde dikin. Navenda Ragihandin û Çapemenî ya HPG’ê têkildarî çalakiyan daxuyaniyek weşand. HPG’ê ragihandin ku li Xakûrkê 7 leşkerên artêşa dagirker hatin kuştin. Gerîla TV jî dîmenê çalakiya hêzên Gerîla ya 15’ê Tîrmehê ya li Girê Şehîd Derwêş weşand.

Navenda Ragihandin û Çapemenî ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla li dijî dagirkeriya Tirk daxuyaniyek weşand.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parvekirin:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya li herêma Xakûrkê rêze çalakî pêk hatin.

13’ê Tîrmehê artêşa dagirker ku dixwest leşkeran li Girê Koordîne deyne hêzên me çalakiyeke sabotajê lidarxisitn.

Di vê çalakiyê de 2 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin.

15’ê Tîrmehê li Girê Şehîd Derwêş çalakiyek pêk hat.

Li vir jî konteynir bi temamî derb xwar û 4 leşker hatine kuştin.

Heman rojê li dijî yekîneyên artêşa dagirker ku hewl dide li Girê Helîkoptêrê bi cih bibe çalakiyek sabotajê pêk anî.

Di vê çalakiyê de gelek leşkerên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin lê hejmar nehat zanîn.

16’ê Tîrmehê hêzên gerîla yekîneyên dijmin ên li Girê Şehîd Derwêş dîsa kirine hedefa xwe û leşkerek hat kuştin.

GERÎLA TV
DÎMENÊ ÇALAKIYA LI GIRÊ ŞEHÎD DERWÊŞ WEŞAND

Li aliyê din Gerîla TV dîmenê çalakiya hêzên gerîla ya 15’ê Tîrmehê ya li Girê Şehîd Derwêş weşand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyê ev agahî dabû:

“15’ê Tîrmehê li dijî kozikên artêşa Tirk a dagirker ên li Girê Şehîd Derwêş çalakiyek hat kirin.

Hêzên me li konteynireke dagirkeran a li serê gir xistin.

Di çalakiyê de konteynir bi temamî derb xwar û di vê çalakiyê de 4 leşker hatin kuştin.

Leave a Reply

Back to top button