Li Til Birakê şehîdên Îlon û Comtehê bi merasîmekê hatin bibîranîn

Cenazeyê şervanê YPG’ê Şehîd Merwan bi merasîmekê li goristana Kanî Sard ya Derbendîxanê hate oxirkirin. Li navçeya Til Birakê jî şehîdên mehên Îlon û Cotmehê hatin bibîranîn.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Birakê 10 şehîdên mehên Îlon û Cotmehê ku di sal û li deverên cuda şehîd bûne li navenda çandê ya li rojavayê navçeyê bi bîr anîn.

Di merasîmê de gelek kes axivîn û soza berdewamiya riya şehîdan dan.

Di merasimê de sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna şehîdan hate pêşandan.

Cenazeyê şehîd Merwan bi merasîmekê hate veşartin

Cenazeyên Şehîd Ehmed Cemal (Merwan Derbendîxan) duh ji Rojava ber bi Silêmaniyê hate şandin.

Îro Cenazeyên Şehîd li goristana Kanî Sard ya Derbendîxanê bi merasîmekê hate oxirkirin.

Di merasîmê de, Endamê Komîteya Malbatên Şehîdên PKK’ê a Başûrê Kurdistanê Wehab Mesoyî, nûnera Rêveberiya Xweser a li Başûrê Kurdistanê Evîn Siwêd û Hevseroka Giştî ya Tevgera Azadî Tara Hisên axivîn.

Di axaftina de sersaxî ji malbata Şehîd re hate xwestin û soza berdewamiya riya Şehîdan hate dayîn.

Xalê Şehîd Erdelan Salih jî li ser navê malbatê axivî û diyar kir ku şehîd Merwan şehîdê her çar parçeyê Kurdistanê ye, ew pê serbilindin.

Piştî axaftinan, cenazeyê şehîd bi dirûşmeyan hate veşartin.

Back to top button