Rêveberiya Xweser û Meclisa Edaleta Civakî ya herêma Cizîrê bang li civaka navneteweyî kirin ku li hember êrişên Tirkiyê helwesteke cidî nîşan bidin.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê û hedefgirtina Zeyneb Mihemed û Yilmaz Şero şermezar kir.
Rêveberiyê ev êriş bi sûcên şer û dermirovî bi nav kir û bang li civaka navneteweyî nexasim Rûsya û Amerîka kir ku li hember êrişên Tirkiyê helwestên cidî bigirin.
Meclisa Edaleta Civakî ya herêma Cizîrê jî bi heman armancê daxuyaniyek da û diyar kir ku dewleta Tirk hemû pîvan û nirxên navneteweyî binpê dike.
Meclisê bang li rêxistinên mafên mirovan û NY’ê kir ku kiryarên hovane yên dewleta Tirk rawestînin û wê di dadgehên navneteweyî de ceza bikin.