Ji bo gerîla Rûken Zelal li gundê Beleqiyê konê sersaxiyê hate vedan. Îro bi sedan welatiyên Qamişlo û Amûdê serdana konê sersaxiyê yê şehîd kirin û sersaxî ji gel û malbatê re xwestin.
Konê sersaxiyê yê Şehîd Rûken Zelal ‘Emel Hisên’ li Gundê Belêqiyê yê girêdayî Amûdê hate vedan.
Bi sedan welatiyên Amûdê û Qamişlo, her wiha endamên saziyan serdana konê sersaxiyê kirin.
Endama saziya Malbatên Şehîdan Necah Gulo diyar kir ku her du jinên leheng Rûken û Sara bi çalakiya xwe ya fedayî tola hevalên xwe hilanîn.
Necah Gulo da zanîn ku ew qet ji êrişên hov ên dewlet Tirk natirsin û dê herdem li ser rêka şehîdan ber xwe bidin.