Li ser banga partî û rêxistinan li Kurdistan û Îranê greva giştî dest pê kir

Serhildanên gel yên li Îran û Kurdistanê bê navber dewam dikin û li der û hundir jî piştgiriya serhildanan tê kirin.
Li ser banga partî, rêxistin û çalakvanên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, li dijî êrişên hêzên Îranê yên li ser xwepêşandanan û dijî bombebarankirina Başûrê Kurdistanê, îro li seranserê Îran û Rojhilatê Kurdistan greva giştî destpê kir.

Duh Navenda Hevkariya Partiyên Rojhilatê Kurdistanê, li dijî bombebarankirina Başûrê Kurdistanê banga greva giştî li hemû xelkê Rojhilatê Kurdistan û Îranê kiribû.

Partiya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK), Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) û KODAR’ê jî îro bi daxuyaniyeke hevbeş bang li hemû xelkê Rojhilatê Kurdistan û Îranê kirin da ku ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Îranê yên li dijî gel, tevlî greva giştî bibin.

Li ser banga partî, rêxistin û çalakvanan, di serî de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê li gelek herêman çalakî tên lidarxistin.

Li gorî dîmenên li ser torên civakî hatine belavkirin, li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê, Sine, Îlam, Urmiye, Bane, Seqiz, Bokan, Dîwander, Merîwan, Mahabad, Serdeşt, Nexede û Pîranşarê grev destpêkiriye.

Li zanîngehên Îranê jî greva giştî destpêkiriye.

Li gorî ragihandina Desteya Sendîkaya Xwendekarên Îranê, xwendekarên Îranê îro li zanîngeha Beheştî, Zanist, Teknolojî, Şerîf, Zanîngeha Azadî ya Tahranê, Zanîngeha Azadî Tahran ya li Bakur, Zanîngeha Azad ya li Tahranê, çalakî hatine lidarxistin.

Her wiha welatiyên bajarê Kerec li ber derê Zanîngeha Azad çalakiyek lidar xistin, li zanîngeha Xurazmî ya Kerec jî çalakiyek pêk hat.

Li bajarên Îranê Şîraz, Guherdeşt û gelek bajarên din jî bi heman armancê çalakî hatine lidarxistin.

Piştgiriya ji bo serhildanên gel yên bi pêşengiya jinan ên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, her ku diçe zêde dibe.

Li gelek welatên cîhanê bi heman armancê çalakî tên lidarxistin.

Back to top button