Jinên Tebqayê li dijî kuştina Jîna Emînî û li dijî êrişên li ser jinan ên dewleta Tirk meşiyan. Jinan bang li rêxistinên Jinan û mirovî kirin ku li dijî êrişên ser jinan dengê xwe bilind bikin.
Meş ji aliyê Nivîsgeha Kombûna Jinên Zenûbiya a Herêma Tebqayê hate lidarxstin.
Bi dehan Jinên bajêr, Nûnerên saziî û partiyan ên herêmê beşdarî meşê bûn.
Meşê ji taxa yekemîn destpêkir û li pêş Navenda Çand û Huner ya bajêr rawestiya.
Li wir daxuyaniyek hate xwendin û bang li civata navneteweyî, Rêxistinên Jinan û Mafên Mirovan hate kirin ku li dijî kuştina jinan bi erkên xwe rabin û sûcdaran darzînin.
Beşdarên meşê jî axivîn û diyar kirin wê jin li dijî her cure êriş û zextê tekoşîna xwe bidomînin.