PARTIYÊN ÇEPÊN BAŞÛR Û BAKURÊ KURDISTANÊ BANGA AVAKIRINA PLATFORMEKE HEVBEŞ KIRIN

Çar partiyên çep ên Başûr û Bakurê Kurdistanê li ser êrîşên dagirkeriya dewleta tirk yên li ser Başûrê Kurdistanê û helwesta Kurdan li hev kom bûn û daxuyaniyeke hevbeş dan.
Partiyan di daxuyaniyê de wiha got:
Divê aliyên Kurd dest ji zimanê tund ê hev reşkirinê berdin
Qonaxa ku em tê re derbas dibin pir hestiyar e.
Ji ber vê jî em bang li rêxistin û aliyên çepgir dikin ku platformeke hevbeş a çepên Kurd ava bikin.

Çar partiyên çep ên Başûr û Bakurê Kurdistanê li ser êrîşên dagirkeriya dewleta tirk yên li ser Başûrê Kurdistanê û helwesta Kurdan li hev kom bûn û daxuyaniyeke hevbeş dan.

Partiyan di daxuyaniyê de wiha got:

Niha li Rojhilata Navîn şer heye.

Şerê di navbera hêzên cîhanî de di dilê Kurdistanê de birêve diçe.

Pirsgirêka siyasî li hemû parçeyên Kurdistanê pirsgirêkeke mezin a cîhanî û Rojhilata Navîn e.

Bi salane bi awayeke ne rast û bi şer nêzî vê pirgirêkê dibin û ji ber vê jî bê çareserî maye.

Partiyan di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha domand:

Divê di asta welatan û hikûmetên başûr de bi rêya siyasî û diyalogê çareseriya vê pirgirêkê were danîne.

Mixabin di van demên dawiyê de em dibînin ku alî li hember hev zimanekî tund bikar tînin ku ev jî bandoreke neyî li ser peywendiyên navbera wan aliyan de çêdike.

Ji ber vê em daxwaz dikin dest ji vê zimanê ku baweriya bihev dişkînin berdin.

Çar partiyên çep ên Başûr û Bakurê Kurdistanê daxuyaniya xwe wiha bi dawî kirin:

Em daxwaz ji hemû partî û aliyên çep û komîstên Kurdistanê dikin ku platformeke hevbeş a çep çêbikin:

Em bawer dikin ku niha ji herdemê zêdetir civaka kurdî pêwîstiya wê bi xebatên çepgiran û temamkirina qonaxa niştîmanî heye.

Leave a Reply

Back to top button