EFRÎN.. BI DEHAN SIVÎL JI GUNDÊN ENQELÊ Û MERWANIYÊ YÊN ŞIYÊ HATIN REVANDIN

Revandina sivîlan li bajarê Efrînê û gundên wê didome.

Çavkaniyên ji herêmê ragihandin ku di nava rojên dawî de, çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi dehan sivîlên gundên Enqelê û Merwaniyê yên Şiyê revandin.

Ji wan navên van kesan hatin bidestxistin:

– Arif Mihemed
– Abdo
– Azad Kemal
– Kemal Mihemd Abdo yên ji gundê Enqelê û
– Xelîl Henan
– Hanî Abdo Sîdo
– Heysem Menan Bakîr ên ji gundê Merwaniyê

Her wiha heman çavkaniyan destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê daristanên derdora gundê Kaxirê yê Mabeta jî şewitandin.

Leave a Reply

Back to top button