Ciwanên Şoreşger li Dêrikê bi meşekê bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîlayên azadiyê şermezar kirin.
Bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan li kampa Newroz kom bûn.
Û êrişên dewleta Tirk û bikaranîna çekên kîmyawî li dijî gerîla li herêmên Parastina Medya şermezar kirin.
Meşa ciwanan ji kampa Newroz dest pê kir û li gundê Eyn Xedra li ser navê ciwanan daxuyaniyek hat dayîn û hat gotin:
”Toparana dewleta Tirk a hov li ser Herêmên Parastina Medyayê û bikaranîna çekên kîmyawî dewam in.
Û li hember vê yekê hemû hêzên navnetewyî û rêxistinên navneteweyî û hiqûqî bêdeng in.”
Ciwanan soz da ew ê tola şehîdan hilînin û piştgiriya gerîla heta dawiyê bikin.