Çalakiya konvendanê ya li dijî bikaranîna çekên kîmyewî li bajarê Hesekê di roja 2’an de bi dawî bû.
19’ê vê mehê Komîteya Çalakiyan a Hesekê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî çalakiya konvedanê da destpêkirin.
Kon li qada Suryan a taxa Nasra ya Hesekê hat vedan û di nava du rojan de bi sedan kesî serdana kon kirin.
Doh di roja 2’an de çalakî bi dawî bû û têde daxuyaniyek hat xwendin.
Di daxuyaniyê de êrişên terorîst ên dewleta Tirk ên li dijî gerîlayên azadiyê hatin şermezarkirin.
Û hat diyarkirin ku armanca van êrişan, têkbirina vîna gelên herêmê ye.
Her wiha di daxuyaniyê de bêdengiya civaka navneteweyî ya li hember komkujiyan, hat şermezarkirin.