Li Tebqayê 39 şehîdên mehên Îlon û Cotmehê hatin bibîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê ji bo bîranîna 39 şehîdên di mehên Îlon û Cotmehê de şehîd bûne li Goristana Şehîdan merasîmek li dar xist.

Bi dehan şênî, malbatên şehîdan, endamên saziyên sivîl û leşkerî, endamên Partiya Sûriya Pêşerojê û Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya tevlî merasîmê bûn.

Li ser navê malbatên şehîdan, Yasir Ilês bi navê malbatên şehîdan axivî û got: “Bîranîna şehîdan, soza me ya berdewamkirina rêya wan e û parastina destkeftiyên wan e.”

El Ilês di dawiyê de got: “Di vê pêvajoyê de divê em kar, perwerde, pêşxistina fikr û parastina nixên civakê berdewam bikin.”

Di dawiya merasîmê de sînefizyonek têkildarî 39 şehîdan, hate pêşandan.

Back to top button