Artêşa Tirk a dagirker navenda navçeya Zirganê û gundên wê topbaran kir.
Artêşa Tirk a dagirker navenda navçeya Zirganê ya kantona Hesekê bi hawan û obîsan topbaran kir.
Her wiha gundên Esediyê, Dada Ebdan û Niwêhat yên heman navçeyê jî dan ber topan.
Agahiyên têkildarî encamên topbaranê nehatin bidestxistin.
Li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî rojane ev êriş hene. dewleta Tirk di van êrişan de sivîlan dike armanc.