Îsraîl: Em ê bibin firoşkarê herî girîng yê gaza bo Ewropa

Di demekî ku Ewropa bi krîza enerjiyê re rûbi rû ya, Îsraîl dixwaze bibe hinardekerê herî mezin yê Ewropa.
Serokwezîrê Hollanda Rutte serdana Îsraîlê kir.
Serokwezîrê Îsraîlê Lapid peymana sînorê deryayî ya bi Libnanê re wekî ‘dîrokî’ bi nav kir û got:
Di mijara gazê de em ê bibin hinardekerê herî mezin yê Ewropa.

Serokwezîrê Îsraîlê Yair Lapid peymana sînorên deryayî ya ku bi Libnanê re tê îmzekirin wek “dîrokî” nirxand.

Lapid diyar kir ku welatê wî wê di demeke nêz de bibe çêkerê herî girîng ê gazê bo Ewropayê.

Li gor daxuyaniya malpera fermî ya Serokwezîrê Îsraîlê; Lapid bi Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte ku ji bo hevdîtinên fermî serdana Îsraîlê kiribû li Tel Avîvê civiyan.

Serokwezîrê Îsraîlê di daxuyaniya xwe ya beriya civînê de, bal kişand ser peymana sînorên deryayî û got,

“Em ê roja pêncşemê bi Libnanê re peymaneke dîrokî îmze bikin.

Îsraîl wê di demeke nêz de bibe hêza sereke ya şandina gazê bo Ewropa.”

Lapid işaret bi wê yekê kir ku ji bo dîtina çareyan ji enerjiyê re, pêwîst e xebat bê kirin.

Her du serokwezîran li ser çawaniya pêşdebirina peywendiyên dualî di warên curbicur de gotûbêj kirin.

Di hevdîtinê de, behsa dosyaya Îranê û xwepêşandanên li Îranê jî hat kirin.

Lapid spasiya xwe ji bo jinên Îranî yên ku ji bo mafên xwe yên bingehîn têdikoşin, anî ziman.

Koordînatorê Taybet ê Karûbarên Enerjiyê yên Navdewletî ya Amerîkayê Amos Hochstein duh ragihandibû ku lihevkirina diyarkirina sînorên deryayî yên di navbera Îsraîl û Libnanê de wê 27ê Cotmehê were îmzekirin.

Aloziya sînorên deryayî ya navbera Îsraîl û Libnanê

Di navbera Îsraîl û Libnanê de bi qasî 860 kîlometre çargoşe nakokiya deryayî heye.

Her du welat jî îdiaya maf ya li ser vê herêmê dikin.

Îsraîl îdîa dike ku ji 5’an sê yê sê herîma Libnan dixwaze bixe bin serweriya xwe yê wan e.

Li aliyê din aliyê Libnanî îşaret bi wê yekê dike ku qada nîqaşê 2 hezar û 290 kîlometre çargoşe ye.

Danûstandinên nerasterast bi navbeynkariya Amerîka 5’ê Hezîrana 2022’an despê kir.

Serokwezîrê Îsraîlê Lapid 11ê Cotmehê ragihandibû ku wan li hev kirine ku sînorên deryayî yên bi Libnanê re xêz bikin.

Serokatiya Libnanê her wiha ragihand, di reşnivîsa dawî ya rêkeftina ku ji aliyê Amerîka ve hatiye şandin, hemû mafên Lubnanê parastî ne.

Back to top button