Yekitiya Pîşeyên Tenduristî ya Herêma Efrînê bi diruşma “Bi yekitiyê em civakeke tendurist, exlaq û demokratîk ava dikin” 1.konferansa xwe li Şehbayê li dar xist.
Konferans li holê şehîd Axîn Welat a navçeya Fafîn a Şehbayê hat lidarxistin.
Nûnerên beşa tenduristî û meclisên saziyên sivîl a herêma Efrînê amade bûn.
Despêkê nirxandinên Rêber Ocalan ên li ser girîngiya avakirina civakeke tendurist hat xwendin.
Hevserokê TEV-DEM′ê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Xerîb Hiso axivî û got: “Li gel rewşên dijwar û dorpêça ji hêla hikumeta Şamê ve û siyasetên din konferans hate lidarxistin.
Her wiha berxwedana şêniyan bersiva herî guncaw li dijî wan siyasetên qirêj e.
Li ser vê bingehê divê em xwe ji aliyên leşkerî û siyasî ve bi rêxistin bikin ku hemû plan û siyasetên qirêj têk bibin.”
Piştre rapora xebatên yekitiyê yên salên borî û rêzikname hat xwendin.
Her wiha hevserokatiya yekitiyê hate hilbijartin.