Siyasetmedar û rewşenbîrên herêmê bikaranîna çekên Kîmyewî li dijî gerîlayên azad şermezar kir û bang li civaka navneteweyî kirin ku li hember sûcên dewleta Tirk bi erkên xwe rabin.
Endamên Partiya Sûriya Pêşerojê û rewşenbîrên Tebqayê derbarê bikaranîna çekên Kîmyewî de axivîn û bertek nîşan dan.
Di vê çarçoveyê de berdevkê Partiya Sûriya Pêşerojê Muwefeq Îsmaîl axivî û bikaranîna van çekan li dijî gerîla şermezar kir.
Îsmaîl dibêje Tirkiyê berî niha ev çek li Girê Spî û Serêkaniyê jî bikar anî, tevî hebûna belgeyan jî lê civaka navneteweyî bêdeng e.
Berpirsê Nivîsgeha Rêxistinî ya Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê li gundewarê rojavayê Dêrazorê Ela El-Seîd jî derbarê mijarê de got:
“Ji ber ku dewleta Tirk li hember berxwedana gerîla têk çûye, rêbazê qirkirina komî li ser wan dimeşîne û kîmyewî bi kar tîne.”
Ela El-Seîd anî ziman ku bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî sûcên dagirkeriya Tirk, cesaretê dide dewleta Tirk.
Her wiha Serokê Meclisa navçeya Rojava ya Partiya Sûriya Pêşerojê ya gundewarên rojavayê Dêrazorê Îsmaîl El Elî ev tişt anî ziman:
“Ev sûc ne tenê li Başûrê Kurdistanê tên kirin. Dewleta Tirk li dijî gelê me yê Serêkaniyê û Girê Spî jî çekên kîmyewî bi kar anîn.
Armanc ji bikaranîna çekên kîmyewî, valakirina herêmê û guhertina demografiya wê ye. Mîna ku li Ezaz û Serêkaniyê pêk anî.”
Rewşenbîrên herêmê: Vîna gel naşkê
Hevseroka Yekitiya Rewşenbîrên Tebqayê Şeza El Hisên piştrast kir ku êrişên dewleta Tirk vîna gel naşkîne û got:
”Em ê bi hev re li dijî hemû planên rejîmên desthilatdar û paşverû, parastina armancên şoreşa xwe û projeya xwe ya demokratîk bikin.”
Nivîskar Mehmûd Etiyê jî behsa êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û ev tişt anî ziman:
”Dewleta Tirk bi rêya êrişên xwe hewl dide berxwedana gelê Sûriyê li herêma Rojava bişikîne û projeya neteweya demokratîk têk bibe.”
Kesên navborî bang li civaka navneteweyî kirin ku li hember sûcên dewleta Tirk bi erkên xwe rabin û dawî li wan bînin.