Hêzên Sûriye Demokratîk QSD’ê derbên giran li şaneyên razyî yên çeteyên DAIŞ’ê dide û operasyonên xwe berdewam û zêde kirine. Îro jî hêzên QSD’ê li gundewarê Dêra Zorê şaneyeke razayî ku ji 8 çeteyan pêk tê girt.
Buroya ragihandinê ya QSD’ê ragihand ku di berbanga îro de, li gundewarê Dêra Zorê hêzên Antî-Terror yên QSD’ê, bi piştevaniya Meclisa Leşkerî ya Dêra Zorê operasyonek li dijî şaneyên razayî yên çeteyên DAIŞ’ê li dar xist.
Operasyonê li gundên Zîban, Şihêl û Bûsêrayê hatin lidarxistin.
Di encam de 8 çeteyên şaneyên razayî yên çeteyên DAIŞ’ê girtin.
QSD’ê diyar kir ku hejmarek ji çekên ku bi çeteyan re bûn jî hatin desteserkirin.
Ji van çekan Sekvan, Kilaşinkov, demançe û gelek cercûr û gule.
Her wiha kaxez û nasnameyên ku girêdana wan bi çeteyên DAIŞ’ê re tekez dikin.
Duh jî Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê 3 çeteyên ku plana êrîşan di cejna qurbanê de li Reqayê dikirin, girtin.