PDK’Ê LI HERÊMA BRADOSTÊ DEST BI BINÇAVKIRINA WELATIYAN KIRIYE

Asayîşa PDK’ê li Herêma Bradostê pêngaveke binçavkirina xelkên sivîl daye destpê kirin.
Ji bilî nûçegihanê Rojnewsê, asayîşa PDK’ê 6 kesên din jî binçavkirin.

Partiya Demokrata Kurdistan li Herêma Bradostê pêngavek binçavkirinê li dijî rojnameger û sivîlan daye destpêkirin.

Li gorî agahiyên herêmê, PDK’ê ji 15’ê meha Tîrmehê ve dest bi binçavkirina sivîlan kiriye.

Li gorî agahiyan ji bilî nûçegihanê Rojnewsê Zubêr Bradostî ku ji 21’ê Tîrmehê ve hatiye binçavkirin, fermandariya Helgurd ya hêzên pêşmerge a ser bi PDK’ê ve 6 welatiyên din jî binçavkirine.

Navê 3 welatiyên ji aliyê pêşmergeyên PDK’ê ve hatine binçavirin ev in; ‘Rizgar Mihemed, Serdar Mîre û Cehfer Şêx Zade’.

Li gorî agahiyan ji 6 kesên hatine binçavkirin, 5 ji wan sivîlan û tê gotin ku yek ji wan jî pêşmergeye.

Hîn jî ne hat zanîn PDK’ê ji bo çi ev kes girtine û kuderê tên ragirtin.

Leave a Reply

Back to top button