Êrişên nijadperestên Tirk yên li dijî Kurdan

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, bi her awayî li dijî kurdan êriş dewam dikin. 6 xwendekarên Kurd û çepgir li zanîngeha Stenbolê rastî êrişên nijadperestan hatin. Li Amedê jî di salvegera qetilkirina serokê baroya Amedê parêzer Tahir Elçî hat bîranîn û banga edaletê hat kirin.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, bi her awayî li dijî kurdan êriş hene..

Pirî caran bi destê polis û leşkeran û carne bi destê nijadperestên Tirk yên ser bi AKP û MHP’ê ve kurd rastî êrişan tên..

Ev yek jî di encama polîtîkayên desthilatê yên şer û hedefnîşanê de pêk tên.

Di 24’ê mijdarê de, li Zanîngeha Stenbolê nijadperestin Tirk êrişî xwendekarên Kurd û çepgir kirin.

Di van dîmenan de xuya dibe ku desthilata Tirk siyasetekî çawa dimeşîne..

“Desthilat xwendekarên Kurd û çepgir hedef nîşan didin”

Ji xwendekarên rastî êrişê hatî, Abdûlrehîm Dûrmûş e ku vê yekê dibêje:

“Li zanîngehê gelek caran êrişên nîjadperest çêdibin û gef li me tê xwarin..

Desthilata heyî û polîs xwendekarên kurd û çepgir hedef nîşan didin”

Salvegera 7. ya qetilkirina Tahîr El

Serokê Baroya Amedê yê Berê Tahir Elçî jî yek ji kurdên ku piştî hedefnîşandana desthilata Tirk hat qetilkirin.

Îro 7 sal li ser şehadeta Tahir Elci re derbas dibin û heta niha kujer nehatin girtin û ne jî hesap hatiye pirsîn..

Li cihê ku hate qetilkirin bi merasîmeke girseyî hate bîranîn

Îro li ber Minareya Çarling a Amedê ku Parêzer Tahir Elçî lê hatibû qetilkirin, merasîma bîranînê hebû.

Her wiha Partiya Demokratîk a Gelan HD’ê jî, bi daxuyaniyekê Tahir Elci bi bîr anî.

HDP’ê diyar kir Tahîr Elçî, piştî ku nêrînên xwe anî ziman ji aliyê medya desthilatdariyê ve hedef hate nîşandan, hate qetil kirin û got: “Pêvajoya ku Tahîr Elçî tê hate qetilkirin, pêvajoya destpêkirina dema kaotîk û tarî ya Tirkiye.

Hêzên ku Tahîr Elçî qetil kirin, îro jî mîna koalîsyoneke nebaşiyê dewam dikin.”

Heta roja îro, li Tirkiyê û bakurê Kurdisanê bi hezaran bûyerên kuştin û revandina kurdan çêbûne û hemû jî di bin navê kujer nediyar de an jî bûyerek ji rêze, li ser dosiyan hatine girtin.

Back to top button