Rûspiyên kantona Girê Spî bi daxuyaniyekê diyar kirin ku ew piştgiriya hêzên leşkerî dikin ku herêmê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker diparêzin.
Rûspiyên eşîrên kantona Girê Spî piştî ku serlêdana Meclisa Leşkerî ya Girê Spî kir, daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin û hat gotin:
“Dewleta Tirk a dagirker ji van êrişan armanc dike, ewlehiya herêmê têk bibe, herêmên din li ser hesabê xwîna xelkê herêmê û koçberkirina wan, dagir bike.”
Di daxuyaniyê de bêdengiya hêzên navneteweyî li hember van êrişan, hat şermezarkirin.
Her wiha teqezî bi piştgiriya QSD hat kirin ku parêzvanê herêmê ye û li hember êrişên dagirkeriya Tirk bendeke asê ye.