MERKERL Û TRUMP FIKARÊN XWE ANÎN ZIMAN

Buroya Şêwirmenda Almanî Angele Merkel û yê Serokê Emerîkayê Donald Trump diyar kirin ku herdu serokan li ser rewşa Sûrî bi rêya telefonê danûstandinek nîqaş kirine.

Herdu lîderan fikarên xwe taybet derbarê rewşa Idlibê de anîne ziman.

Berdevka Qesra Spî Sarah Sanders li ser naveroka danûstandinan diyar kir ku herdu lîderan ji bo pêşîgiritina li karesateke mirovî li parêzheh Idlibê, banga tevgerke navdewletî kiine.

Li aliyekî din jî berdevka Merkel Ştîven Zaybêrt di daxuyaniyekê de roja duşemê bang li Rûsyayê kir ku di mijara Sûriyê de bi awayekî nerm tevbigere û nehêle şer gurtir bibe.

Çavdêr dibêjin ku Idlib bûye girêkek navdewletî û çareserkirina vê pirgirêkê girêdayî lihevkirinên navdewletî û herêmî ye.

Leave a Reply

Back to top button