Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê vaye 11 rojin bê navber dewam dikin.
Her wiha di saetên şevê de jî daweleta Tirk bi guleyên tangê êrişî gundên Çarixlî, Koran û Xerebîstana jêrîn kirin.
Dagirkeriya Tirk gundên Bîr Kêtik û Xirbet Baqir ên rojavayê kantona Girê Spî bi çekên giran topbaran kir.
Li gorî agahiyan, di nava 24 saetên dawî de, 189 top li 16 deverên navçeyên Şera, Şêrawa û kantona Şehba ketine.