Serokê Amerîkayê Donal Trump di axaftineke rojnamegerî de diyar kir ku divê welatên Ewropayê welatiyên xwe yên DAIŞ’î ku li gel QSD’ê girtî ne, werbigirin û vegerînin welatên wan.
Trump destnîşan kir ku eger ev çete neyên wergirtin, dibe ku ber bi Ewropayê ve werin berdan.
Trump xuya kir ku li Sûriyê û Iraqê bêtirî 2.500 çeteyên DAIŞ’î yên biyanî hene.
Ji aliyê xwe ve Nûnerê Taybet ê Ameîkayê li Sûriyê, James Jeffery di civîneke çapemeniyê bal kişande ser şaneyên razayî yên çeteyên DAIŞ’ê û diyar kir ku derdora 15 hezar çeteyên DAIŞ’î li Iraq û Sûriyê hîn mane.
Jeffery xuya kir ku li herêma di bin destê QSD’ê û koalîsyona navdewletî de tevgera çeteyên DAIŞ’ê ya veşartî maye.
Jeferry diyar kir ku tevî 70 hezar malbatên wan, derdora 10 hezar DAIŞ’î li cem QSD’ê girtî ne, .
Hêjayî gotinê ye ku Neteweyên Yekbûyî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê û pûçkirina îdyolojiya wê, banga avakirina dadgeheke navdewletî kiribû.