Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ev nêzî 3 meh in bê navber dewam dike.
Bi taybetî piştî dewleta Îranê a qirker dest bi darvekirina xwepaşandaran kir hêrs û berteka gel her ku diçe zêdetir dibe.
Serhildana gelên Rojhilatê Kurdistan û Îranê ya dijî dewleta Îranê di roja 87’an de bê navber dewam dike
Bi taybetî piştî darvekirina xwepêşanderan, li gelek bajaran gel daketin kolanan û şermezar kirin.
Li dijî darvekirina welatiyan nerazîbûn zêde dibe
Duh li bajarê Sine bi dehan xwendevanên jin yên Peymangeha Teknîkî daketin kolanan û meşiyan.
Xwendevanan bê navber dirûşmeyên dijî desthilatê û ‘Jin, Jiyan, Azadî’ qêriyan.
Hêzên Îranê êrişî xwendevanan kir û di encamê gelek kes birîndar bûn.
Li aliyê din dadgeha dewleta Îranê cezayê darvekirinê li du birayên bi navê Ferhad û Ferzad Teha Zade birîn.
Li ser asta Îranê jî li Tahran, gel daketin qadan û bi dirûşmeyên Azadî meşiyan.
Her wiha çalakvana riyên nav bajêr girtin û dirûşmeyên li dijî dewleta Îranê berz kirirn.
welatiyên li bajarê Esfehan û Tebrîzê jî meşeke bêdeng li darxisin.
Bi heman awayî li bajarê Kerecê jî meşeke girsey hebû.
Di çalakiyan de hêzên dewletê carek din xwe li meşa welatiyan negirt û êrişî wan kirin.
Li gelek zanîngehan jî boykota xwendevanan dewam dike, her wiha xwendevanan bidarvekirina girtiyan ji aliyê dewleta Îranê ve jî pirotesto kirin.