REJÎMA SÛRÎ DÎSAN OPERASYONÊN LEŞKERÎ LI IDLBÊ DIDE DESTPÊKIRIN

Di destpêka vê mehê de rejîma Sûrî û di encamê danûstandinên ASTANA 13 de agirbestek li Idlibê ragihand.Yek ji mercên rejîma Sûrî ji bo agirbestê ew bû ku dewleta Tirk pabendî hevpeymana Sotçiyê bibe.Lê dewleta Tirk û tevî hişyara Rûsyayê jî, di piştgiriya çeteyên li Idlibê de dewam kir.Îro jî û bi daxuyaniyekê rejîma Sûrî ragihand ku dewleta Tirk pabendî agirbestê nebûye, lewre ew ê operasyonên xwe li dijî çeteyên dewleta Tirk dîsan bidin destpêkirin.

Tevî agirbesta lawaz a ku rejîma Sûrî di encama danûstandinên ASTANA 13 de ragihand, ku di roja xwe ya yekê de hate bibinketin, îro û bi riya daxuyaniyekê Rejîma Sûrî ragihand ku ew operasyonên xwe ên li dijî çeteyên dewleta Tirk dîsan didin destpêkirin.

REJÎMA SÛRÎ:DEWLETA TIRK PABENDÎ HEVPEYMANA SÛTIÇIYÊ NEBÛ

Rejîma sûriyê di daxuyaniya xwe de wiha got:

Tevî ku me agirbest ragihand jî, lê komên terorîst ên dewleta Tirk pabendî vê agirbestê nebûn.

Dewleta Tirk di piştevaniya terorîstên li Idlibê de berdewam e û ev yek bibinkirina dewleta Tirk ji hevpeymana Sûtçiyê re destnîşan dike.

Dewleta Tirk pabendî hevpeymana Sûtiçiyê nebû, berevajî wê bû sedema bilindbûna asta terora li Idlibê.

REJÎMA SÛRÎ:DEWLETA TIRK DI PIŞTEVANIYA KOMÊN TERORÎST DE BERDEWAM E

Rejîmê di daxuyaniya xwe de tekez kir ku operasyonên leşkerî yên li dijî çeteyên dewleta Tirk ên li Idlibê dîsan tên destpêkirin.

Têkildarî mijarê beriya rojekê Rûsya 24 saet ji Tirkiyê re diyar kiribû, da ku çeteyên xwe ji herêma ”Bêçek” tevî çekên wan bikişîne.

Her wiha Ebû Mihemed El-Colanî, serçeteyê koma çeteyan a bi navê “Hey’et Tehrîr El-Şam” ku berê weke Cebhet El-Nusra dihat naskirin, agirbesta li Idlibê red kiribû.

El-Colanî ragihand ku ew ê ji herêma bêçek a li bakur-rojavayê Sûriyê, venekişin û wiha got:

Herêmên ku rêjîma Sûrî bi hêza leşkerî nestand, wê bi riya danûstandin û rêbazên siyasî jî nestîne, em ji herêmê venakişin.

1 û 2 ê vê mehê û bi garantoya Rûsya, Tirkiye û Îranê gera 13emîn a danûstandinên ASTANAyê der barê aloziya Sûriyê de li Kazexistanê hat lidarxistin.

Di encam de rejîma Sûrî agirbesteke bi merc ragihandibû.

Leave a Reply

Back to top button