Şêniyên Kobanê 194 şehîdên ku di meha Kanûnê de şehîd bûne bi bîr anîn.
Her wiha ciwanên Minbic şehîd Viyan û Nûjiyan bi meşeke bi meşaleyan bi bîr anîn.
Di merasîman de teqezî bi berdewamkirina têkoşîn û berxwedanê heta pêkanîna serkeftinê hat kir.
Sala borî di 25’ê Kanûnê de maleke ciwanan hat hedefgirtin.
Di encamê de 6 endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê şehîd bûn.
Ciwanan duh li pêşiya malê xwepêşandan li darxistin.
Berdevka Yekitiya Jinên Ciwan Hebûn Mihemed axivî û got:
“Divê tola şehîdan bê hilanîn.”
Piştî wê xwepêşandan ber bi Goristana Şehîd Dîcle ya bajarê Kobanê dewam kir.
Li wir Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê Eyşe Efendî axivî û got:
“Em îro qehremanên destanên lehengiyê bi bîr tînin û saleke bi êş oxir dikin. ”
Di dawiya merasîma de şehîdên meha Kanûnê bi bîr anîn.
Ciwanên Minbicê jî şehîd Nûjiyan û Viyan bi meşek meşaleyan ew bi bîr anîn.