Komeleya Efrîn a Civakî bi hevkariya bi MSD′ê re pêşangeheke wêneyên zarokên Efrînê û Şehbayê vekir.
Ew pêşangeh wek nîşaneya piştgirî û geşkirina behreyan hate vekirin.
Şêniyên Efrînê, endamên Komeleya Efrîn a Civakî,tevlî pêşengehê bûn .
Pêşengeh li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişloyê hate vekirin..
Di pêşangehê de 100 tabloyên curbecur hebûn; wêneyên bi rengê darî û avî.
Zarokan di wêneyên xwe re êrişên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê, birîndarî û şehîd dan pêş.
Di hin tabloyan de kevenşopiyên Efrînê ji cil û rêûresman û darên zeytûnê ku nîşaneya aştiyê ye hatin pêşandan.
Tê payîn pêşangeh 3 rojan dewam bike.