Ji bo şermezarkirina komkujiya Parîsê û êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê û her wiha bîrnîna şehîdên kumkujiyên Parîsê, li Minbic, Dêrik, Tirbespiyê û Reqayê, meş û semîner hatin lidarxistin.
Her wiha li navçeya Eyn Îsayê jî Koordînasyona Kongra Star a Kantona Girê Spî bi beşdarbûna bi dehan jinan merasîmê bîranînê li dar xist.
Di merasîmê de endama rêveber a Kongra Star Ayat El Îsa bal kişand ser têkoşîna her sê şehîdan û anî ziman ku ew ê xeta şehîdan bidomînin heta ku azadiyê mîsoger bikin û armancên şehîdan bi cih bînin.
Piştre sînevîzyonek li ser têkoşîna şehîd Sakîne û hevalên wê hat pêşandan.
- Tebqa
Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqayê jî panelek li ser komkujiya Parîsê li dar xist û tê de hat gotin:
“Bi van êrişan dixwazin azadiya jinê di çarçoveya pergala Liberal de be, rastî û dîroka jinê were înkarkirin, têkoşer, pêşeng û fermandar werin hedefkirin.”
Di dawiyê de sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna şehîd Sakîne Cansiz hat pêşandan.
- Dêrazorê
Bi heman boneyê li Dêrazorê jî, Yekitiya Jinên Ciwan şehîdên komkujiya Parîsê bi bîr anîn.
Destpêk sînevîzyonek li ser jiyana Sakîne Cansiz hate pêşandan.
Piştre endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan a Dêrazorê Suha El Seîd axivî û got:
Şehîd Sakîne Cansiz keça Dêrsimê ye li hember rejîma çewsîner a ku komkujî li ser xelkên bajarê wê pêk anî, sekinî.
Jinên ciwan bi meşekê şehîdên komkujiya Parîsê bi bîr anîn
Li Kobanê jî jinên ciwan bi dirûşma “Em ê rêya têkoşîna azad a Sakîne û Evînan mezintir bikin” meşek li dar xist.