Meclisa Ewlekariyê dewamkirina şandina alîkariyê di ser Tirkiyê re di deriyê Bab-El-hewa re erê kir.
Duh li Meclisa Ewlehiyê dengdan li ser dewamkirina vekirina deriyê şandina alîkariyê di dergeha Bab-El-hewa çêbû.
Di vê dengdanê de biryar hat girtin ku 6 mehên din alîkarî di ser Tirkiyê re derbasî herêmên dagirkirî bibin.
Di demeke ku 5 milyon Sûrî tevî koçber û Penaber li bakur û Rojhilatê Sûriyê dimînin, lê yekane deriyê ku alîkarî dikare tê re derbas bibe girtiye.