Dewleta Tirk gefeke nû li cîhanê dixwe û dibêje ew ê kirinên xwe li Qibrisê dewam bike.
Wezîrê derve yê Tirkiyê Hulusî Akar ragihand ku Tirkiye mafê xwe û gelê Qibrisê parast û wê her biparêze.
Di serdana keştiya lêgerîna gazê de, Akar ev tişt got:
Divê tu kes hêza welatê me di vî warî de taqî neke.
Em ê nehêlin tu kes biryaran ji dêvla Tirkiyê der heqê gelê Tirk û Qibrisa Tirkî de bide.
Wezîrê derve yê Tirkiyê Hulusî Akar diyar kir ku “li vê herêmê, xelk li gaz û neftê digerin û sûdê ji wan werdigirin.. wê gelê Qibris û Tirkiyê jî li wan temaşe nekin.
Heta niha 2 keştiyên dewleta Tirk li girava Qibrisê ne.
Yek ji wan li ava Qibris û Yekîtiya Ewropayê ye.
Keştiya din jî di ava Qibris a herêmî de ye.