Kongra Star jî bi daxuyaniyeke kuştina parlamentera Efxanistanê Mursel Nebîzade şermezar kir û got: Jinên efxanistanê nebidtenê ye, berxwedana me ji bo we ye jî.
Kongra Star diyarkri ku rejîma dijminê jin dixwaze bi kuştina wê peyamek bide hemû jinên li Efxanistanê û got:
“Talîban gav bi gav jinan û keçan ji qada giştî, siyasetê, qada kedê, saziyên perwerdê û hemû jiyana civakî derdixîne.
Bi vê dixwazin jiyan, nasname û vîna jin daxînin hebûneke ku tenê guh dide hegemonyaya zilamê serdest.
Ji ber jinên pêşeng li hember tarîtiyê ronî didin, cesaret û hêza berxwedanê belav dikin dibin hedef.”
Kongra Stra diyar kir ku weke jinê kurd ew jî heman rewşê li dijî dagirkeriya tirkî rû bi rû dimînin û got:
“Wek Kongra Star em sersaxî ji malbat û hezkiriyên Mursel Nebîzade, xwîşk û rêhevalên xwe yên Efxan re dixwazin.
Em dixwazin hûn bizanin ku têkoşîna we têkoşîna me ye û berxwedana me ji bo we ye jî.
Hûn hêvî û hêz didin me.
Em hêvî dikin ku şoreşa me ya jinê jî hêz û bawerî dide we.”